Akadêmî diçe dibistanê

Akadêmî diçe dibistanê rawêjkariya kes bi kes raberî daxwzker, xwendevan û hînkeran dike. Akadêmî diçe dibistanê ji bo heyama 2013 heta 2018 li çarçova bernameyekê bi piştevaniya îmkanên binesaziyê yên Wezareta Fêdêral a Zanist  û Abûrê hat damezirandin. Piştî bi dawîhatina dewreya vê bernameyê, "Akadêmî" dê dest bi yekparçekirin û hevsengkirina mijaran û kişandina bala bernameyê ser tevn û pêkhateya wê û pêkanîna cîgeheka hertimî ji bo desteya zanistî di vî warî da li Enistîtûyê bike. Di vê cîgehê da, agahiyên têkildarî riyên hînkirinê yên nûjen tên berhevkirin û şûnek ji bo kombûna xwendekarên xwendingeha bilind, hînker, huenrmend, xwendekar û gellek ji kesan pêk tê.

Armanca vî karî pêkanîna nijyarekê li hundira "Akadêmiyê" ye ku vê bernameyê dayne ber destê daxwazkerên hitmalî. Akadêmî diçe dibistanê xwe erkdar dizane ku îmkana destgihîştina bo "Akadêmiya hunerên Bedew" ji bo hejmareka herî pirtir ji kesên bi berbihuriya cûrbicûr a xwendinê dabîn bike û hînker û xwendekaran ji bereyeka berfireh a îmkan û derfetan agah bike. Yek ji dilgiraniyên bingehîn, raberkirina perwerdehiyên kemilandî yên cûrbicûr bo kedkarên "Akadêmiyê" û agahîpêdana derbarê koçberiyê li "Akadêmiyê" ye.

Ji sala 2013an va heta sala 2018an, hejamreka çarçovên agahkirinê yên seretayî hatine amadekirin ku hema wisa didomin û di pêşerojê da dê bên berfirehkirin. Çarçov weke dewre, kargeh û rojên mêvaniyê yên derîvekirî, derfetek ji bo naskirina bernameyên akadêmiyê dabîn dike û bi saya birina "Akadêmiyê" bo şûnên din (wek dibistanan) rewşa avakirina torê ji bo xwendevanan û pêkanîna berdewama  a hokarên guhertinê dabîn dike. Bi vî rengî em hêvîdar in bi pêkanîna tor û şebekeyan û çêkirina pêwendiyên nêzik, rewşê ji bo hevkariya navbera dibistanan, navendên ciwanan, kesên xwedan berbihuriya koçberiyê, hînker û mamoste, xwendevan û kesên xwendina xwe teva kirine û di dawî da danûstandina nêrînan tev kesên hevfikr xweş bikin.

Heta niha, Akadêmî diçe dibistanê baleka taybet kişandiye ser ezmûnên derbasbûnê. Ji aliyê din va, derfetên ku xwendevanan ji bo têgihîştin û naskirina qonaxên ezmûna têketinê û amadebûna herî pirtir li ezmûnên têketinê xurt dike, hema wisa tên raberkirin. Yek ji dilgiraniyên sereke yên Akadêmî diçe dibistanê hilkolandina bi rexne ya ezmûna wergirtina li "Akadêmiyê" û naskirina xalên lawaziyê ye. Ji ber vê yekê, mijara lêkolîn û danûstandina tecrubeyê wek du hokarên girîng tên behskirin.